Sepetim (0) Toplam: 0,00
%30
Çirokbej - Çiroken Kurdmanci Celadet Ali Bedir Xan

Çirokbej - Çiroken Kurdmanci

Liste Fiyatı : 8,96
İndirimli Fiyat : 6,27
Kazancınız : 2,69
9786055279936
9204619
Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
6.27
Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê Çîrokbêj û Çîrokên Kurdmancî çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin.

Em li vir Çira Zanînê ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye, çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin. Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.

Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin.

Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
  • Açıklama
    • Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê Çîrokbêj û Çîrokên Kurdmancî çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin.

      Em li vir Çira Zanînê ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye, çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin. Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.

      Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin.

      Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
      Stok Kodu
      :
      9786055279936
      Boyut
      :
      130-190
      Sayfa Sayısı
      :
      88
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2020-03
      Kapak Türü
      :
      Karton
      Kağıt Türü
      :
      2.Hamur
      Dili
      :
      Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat