Sepetim (0) Toplam: 0,00
%30
Eşira Reşkotan Mıhemed Seid Temel

Eşira Reşkotan; Eşireka Nandar - Ware Dengbejan

Liste Fiyatı : 11,52
İndirimli Fiyat : 8,06
Kazancınız : 3,46
%30
Temin süresi 7-21 gündür.
9786055053857
454216
Eşira Reşkotan; Eşireka Nandar - Ware Dengbejan
Eşira Reşkotan; Eşireka Nandar - Ware Dengbejan
8.06
Eşira Reşkotan / Eşireka Nandar Ware Dengbejan Xwendevanen heja! Di cihane de bi hezaran netew hene ü her netew, li gori xwe xwedi taybetmendiyen serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyen xwe, ji hevüdu cuda ne. Gele Kurd ji di nava xwe de gelek cudahi ü taybetmendiyan nişan dide. Yek ji wan hebüna eşiran e. Herçiqas peyva "eşir" ji Erebi ji were, lebele bi girseyi di nava zimane Kurdi de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de büye peyveke sereke ü rojane. Di roja iro de herçiqas gelek Kurd bi eşiren xwe tene naskirin ji, lebele di tevgeren eşiran de gelek guhertin çebûne. Di dema borî de her eşirek serokeki we hebû. Ew serok, bi sere xwe her tişt bü, le iro rewş cuda ye; gelek eşir hene bi tene nave wan maye. Hinek eşiren hela Colemerge, Şernexe belkî hina ji wek bere ev kevneşopiya wan didome, bi taybet yên ku bi eşiren ser xeta navbera iraq, İran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di esle xwe de ev eşir yek in, lebele dagirkeran ew ji hev qetandine. Eşira Reşkotan ji di roja iro de, guherinen zahf mezin te de çebüne. Eşira Reşkotan, eşireke ji heft bavikan pekte, her bavik, çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de, her bavikek serokeki wan ji hebe, lebele ev serok di eşire de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav, di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin, di hilbijartinan de serok bigota çi, ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek, dayika min ji bavikê Reşkotanan, Balîcankî ye. Duyem, gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de, tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim, bi saya ev bapîr û dapîra xwe, ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê, ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan baş nas bikim, li tevekê Reşkotan, li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin, min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan, mala ku ez çûmê, min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan, ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû, ji min re gotin, "Ma tu ne birçi yî?" Min got, "Na, ez ne birçî me." Li dîsa gotin, "hema hinek dohnê berxê, goştê berxê em ji te re bînin." Min bêyî dilê xwe got, "neynin", lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû, ez ne birçî me, lê ew dohn û goştê berxê dilê meriv dikêşa, min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir...
  • Açıklama
    • Eşira Reşkotan / Eşireka Nandar Ware Dengbejan Xwendevanen heja! Di cihane de bi hezaran netew hene ü her netew, li gori xwe xwedi taybetmendiyen serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyen xwe, ji hevüdu cuda ne. Gele Kurd ji di nava xwe de gelek cudahi ü taybetmendiyan nişan dide. Yek ji wan hebüna eşiran e. Herçiqas peyva "eşir" ji Erebi ji were, lebele bi girseyi di nava zimane Kurdi de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de büye peyveke sereke ü rojane. Di roja iro de herçiqas gelek Kurd bi eşiren xwe tene naskirin ji, lebele di tevgeren eşiran de gelek guhertin çebûne. Di dema borî de her eşirek serokeki we hebû. Ew serok, bi sere xwe her tişt bü, le iro rewş cuda ye; gelek eşir hene bi tene nave wan maye. Hinek eşiren hela Colemerge, Şernexe belkî hina ji wek bere ev kevneşopiya wan didome, bi taybet yên ku bi eşiren ser xeta navbera iraq, İran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di esle xwe de ev eşir yek in, lebele dagirkeran ew ji hev qetandine. Eşira Reşkotan ji di roja iro de, guherinen zahf mezin te de çebüne. Eşira Reşkotan, eşireke ji heft bavikan pekte, her bavik, çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de, her bavikek serokeki wan ji hebe, lebele ev serok di eşire de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav, di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin, di hilbijartinan de serok bigota çi, ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek, dayika min ji bavikê Reşkotanan, Balîcankî ye. Duyem, gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de, tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim, bi saya ev bapîr û dapîra xwe, ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê, ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan baş nas bikim, li tevekê Reşkotan, li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin, min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan, mala ku ez çûmê, min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan, ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû, ji min re gotin, "Ma tu ne birçi yî?" Min got, "Na, ez ne birçî me." Li dîsa gotin, "hema hinek dohnê berxê, goştê berxê em ji te re bînin." Min bêyî dilê xwe got, "neynin", lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû, ez ne birçî me, lê ew dohn û goştê berxê dilê meriv dikêşa, min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir...
      Stok Kodu
      :
      9786055053857
      Boyut
      :
      135-210-0
      Sayfa Sayısı
      :
      208
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2017-01-31
      Kapak Türü
      :
      Karton
      Kağıt Türü
      :
      2.Hamur
      Dili
      :
      Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat