Sepetim (0) Toplam: 0,00
%30
Şapat Enwer Karahan

Şapat

Liste Fiyatı : 7,90
İndirimli Fiyat : 5,53
Kazancınız : 2,37
9786052246498
9263066
Şapat
Şapat
5.53
Berhemeke nû ya çîrokan ji Enwer Karahan:‬ ''Derket"

"...Çi ye, ne çi ye? Mêrik nivîskaaar e! Nivîskarê bêpere, bênav û bêhizûr... De îcar te xêr e bavê minooo, te xêr e? Tu çi dinivîsî? Çend kes nivîsên te, çîrok-mîrokên te, roman-momanên te yên derewîn dixwînin? Yanî bixwîne çi ye û nexwîne çi ye? Ka ew qas bira û xwehên te hene, ew qas meriv û mihubên te hene, ew qas heval-mevalkên te hene, ka çend kesan ji wan nivîs-mivîskên te xwendine? Hema va ye ez jina te me, ka min çend tiştên te xwendine? Ma çi gû tê de heye ku ez bixwînim?...

Ew her dike pitepit ku odeyeke wî tune ye, ew nikare di nav qelebalixiyê de tu karî bike.

De îcar ji xwe re li behaneyê binêrin... Ma kesî bi destê te girtiye, mêro? Tu ji sibehê û hatanî êvarê hewante li malê rûniştiyî û kî zane bê tu bi wê kompîturê çi dikî. Bi kê re chat û metan dikî, îcar çi ye, ne çi ye, ew dinivîse. Tu çi dinivîse? Hêç! Tiştên sapiq mapiq û faziq.

Ka qala xwe bike, qala xwe... Bi rastî jî qala xwe bike. Tu çi ji jin û zarokên xwe re dikî? Tu çi ji bo wan, ji bo pêşeroja wan difikirî? Ka te wek xelkê çi ji me re kiriye? Hêç! Çi ye û ne çi ye, mêrik nivîskar e. Nivîskarê çi ye? Yê Eyşê û Fatê ye, yê Xeto û Remo ye. Êêêê, ê me çi? Me çi ji te fêm kir?"
  • Açıklama
    • Berhemeke nû ya çîrokan ji Enwer Karahan:‬ ''Derket"

      Stok Kodu
      :
      9786052246498
      Boyut
      :
      135-210
      Sayfa Sayısı
      :
      112
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2020-08
      Kapak Türü
      :
      Karton
      Kağıt Türü
      :
      Kitap kağıdı
      Dili
      :
      Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat